Li navenda Mihemed Şêxo Îbrahîm Derwêş hat bibîranîn

Îro 40 roj di ser wefata kesayetê welatparêz Ibrahîm Reşîd Derwîş re derbasbû, Îbrahîm Derwîş di 20’ê nîsanê de ji ber vîrûsa Corona jiyana xwe ji dest da.

Ibrahîm Derwîş li naveda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate bi bîranîn û sinvîzonek li ser jiyana wî hate pêşkêşkirin.

Li navendê malbat, heval û dostên wî hazir bûn.

Birahîm Derwîş ji neştecihên gundewarê Serê Kaniyê ye.

Ibrahîm Derwîş ku bavê Ş. Hogir e, endamê Meclisa Malbatên şehîdan a Qamişlo bû, di salên 80’ê de tevgera azadiya Kurdistanî nas kir û bi ruhekî welatparêz û fedayî di nava refên tevgerê de xebat dikir.

Ibrahîm Derwîş bi destpêkirian şoreşa Rojava jî têkoşîna xwe dewam kir û roleke girîng di Saziya Malbatên Şehîdan de lîst.

Ibrahîm Derwîş xwedî raman bû û li peyî xwe bi dehan nivîs û helbestên welatparîziyê hişt.

Back to top button