TJA’Ê DEST BI KAMPANIYA 5 MEHAN KIR

Tevgera Jinên Azad ya Bakurê Kurdisatanê bi armanca balê bikişîne ser şer, talankerî, komkujî, tacîz, tecawîz û tundiya li ser jin û zarokan dest bi kompanyeya “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan” kir.

TJA’ê bi destpêkirina vê kampaniyê daxuyaniyek kir:

19’ê Tîrmehê salvegera Şoreşa Jinên Rojavayê ye. Şoreşa Jinên Rojavayê, bi pêşengiya jinan, bi jinên cîhanê re tecrubeyeke nû ya têkoşînê da afirandin.

Ji bo vê yekê em di sosyalîzma sedsala 21. de Şoreşa Jinên Rojavayê wek şoreşa xwe qebûl dikin.

kompanya wê heta dawiya meha Kanûnê dewam bike.

Di kampaniyê de ji bo guhartina hişmendiya mêr çalakiyên hişyarkirinê werin lidarxistin, ji bo girîngiya xwe parastina jinan wê çalakî werin lidarxistin, em ê li kolanan stranên azadiyê bistrên û em ê kincê kar li xwe bikin û nobedê bistînin.

 

Leave a Reply

Back to top button