Alîkarê Zelensky: Rojane 200 leşkerên me têne kuştin

Ukrayna tevî desteka NATO û welatên Rojavayî jî nikare bersivê bide êrişên Rûsyayê.
Ev yek ji daxuyaniyên rayedarên vî welatî diyar dibe.
Alîkarê serokkomarê Ukraynayê eşkere kir ku rojna derdora 200 leşkerên wan di şer de têne kuştin.
Di vê navberê de, Rûsya ji bo 2 leşkerên Îngiliz û yekî Fasê ku di şerê li Ukrayna de hatine girtin cezayê darvekirinê birî.
Hikûmeta Brîtanyayê bertek nîşanî biryarê da.

Ev 3 meh û 17 rojin artêşa Rûsyayê hewl dide li Ukrayna daxwazên xwe pêk bîne.

Ji bo vê yekê jî ji dawiya meha Adarê ve, hemû hêza xwe daye ser kontrolkirina herêma Donbasê.

Ji ber dijwariya şerê li vê herêmê, artêşa Ukraynayê nikare zêde xwe li ser piyan bigire.

Ji ber vê çendê rayedarên welat bang li NATO û welatên Rojava dikin da ku hê zêdetir alîkarî leşkerî bidin wan.

Alîkarê Serok-komarê Mykhailo Podolyak (Mîxaîlo Podolyak) eşkere kir ku eniyên şer rojane di navbera 100 heta 200 leşkerên wan têne kuştin.

Podolyak ragihand ku di rewşa heyî de li herêma Donbasê pêwîstiya wan bi topxaneyên mezin hene û got;

Hêzên Rûsyayê bi dijwarî êrişî herêmê dikin. Her cûreyên çekên giran bikar tînin.

Ji ber vê yekê zerareke mezin li artêşa Ukraynayê dibe.

Alîkarê serok-komar diyar kir ku vê gavê welatê wî ne amadeye careke din danûstandinên aştiyê li gel Mosko bike.

Rûsya cezayê darvekirinê da 3 leşkerên biyanî yên li Ukrayna hatîn girtin

Du hemwelatiyên Brîtanî û yek jî Fasê ku di şerê li Ukrayna de ji aliyê hêzên Rûsya ve hatine girtin, li dadgeha ku li herêma di bin kontrola hêzên Rûsya piştevaniya wan dike de, cezayê darvekirinê li wan hat birîn.

Li gor nûçeya ajansa RIA Novostî ya Rûsyayê, Welatiyên Brîtanî Aiden Aslin ê 28 salî yê ji Nottinghamshire û Shaun Pinner ê 48 ku ji Bedfordshire, derketin pêşberî dadgeheke li Komara Gel a Donetsk, ku di bin kontrola cudaxwazên alîgirên Rûsyayê de ye.

Ev navçe di bin kontrola cudaxwazên alîgirê Rûsyayê de ye lê li gorî hiqûqa navneteweyî di nav axa Ukraynayê de ye.

Ji ber vê rewşê dadgeh di qada navneteweyî de rewa nayê qebûlkirin.

3 kes bi îdiaya “şervanên kirêkirî” sewqî dadgehê hatin kirin.

Lê belê malbatên du welatiyên Brîtanyayê diyar dikin ku ev kes leşkerên artêşa Ukraynayê ne.

Lijneya dadweriyê ku cezayê îdamê da 3 kesan, ev biryar wek “edalet” nirxand.

Brîtayna biyara darvekirinê şermezar kir

Brîtanyaya ku ji destpêka şer ve hem leşkerî û hem jî piştgiriya madî û dîplomatîk dide Ukraynayê, bertek nîşanî biryarê da.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, got:

“Em ji cezayên darvekirinê pir bi fikar in.”

Wezîra Karên Derve Lîz Truss jî ji bo biryarê îfadeyên “Bi navê biryara dadgehê ku meşrûiyeta wê nîne” bikar anî.

Back to top button