Ukrayna: Zelenskiy-Orban demeke kurt hevdîtinê bike

Rayedarên Ukrayna û Hungaryayê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Hat ragihandin ku îro amadekariyên hevdîtina Serokdewletê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy û Serokwezîrê Hungaryayê Viktor Orban dest pê kirine û di demeke herî kurt de dikare hevdîtin bê kirin.

Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak, Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba, Wezîrê Karên Derve û Bazirganiya Derve ya Hungaryayê Peter Szijjarto piştî hevdîtina li Uzhgoroda Ukraynayê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Yermak li vir axivî, bal kişand ser wê yekê ku hevdîtin bi encam bû û got,

“Her du aliyan jî nîşan dan ku ew dixwazin di asta Serokwezîrê Hungarya û Serokkomarê Ûkraynayê de civînekê li dar bixin.

Îro, ez bawer dikim ku me ji bo vê axaftinê gavekî xurt avêtiye.

Bê guman, em bi serkeftina vê hevdîtinê û rûpela rastîn a nû ya têkiliyên me re eleqedar in.”

Yermak diyar kir ku amadekariyên hevdîtina Zelenskiy û Orban îro dest pê kirine û got,

“Me li ser dîrokeke diyar nîqaş nekiriye, lê her du aliyan diyar kirin ku ew dixwazin di demeke herî kurt de hevdîtineke bi vî rengî pêk were.”

Wezîr Szijjarto diyar kir ku ji destpêka Şerê Rûsya û Ûkraynayê heta niha wan piştgiriya xwe ya ji bo yekparçeyiya xak û serweriya Ukraynayê anîne ziman û got,

“Em şer şermezar dikin û dixwazin bi cîranên me re di zûtirîn dem de aştî pêk were.”

Szijjarto bal kişand ser wê yekê ku ew îro hatin Ukraynayê da ku baweriya têkiliyên dualî vegerînin û wiha got:

“Ez wisa difikirim ku em di wê baweriyê de ne ku em di vî warî de gavan biavêjin.

Rêyeke dûr û dirêj li pêşiya me heye û wek aliyê Hungaryayê, em amade ne ku bi hev re xebata xwe bidomînin da ku vî karî bikin.”

Back to top button