Li konê wan dinerî, dizanî ku Efrînî ne û ji warê zeytûnan e.
Ji Efrînê dûr in, lê bi her awayî hewl didin xwe ji êş û azarên koçberiyê dûr bikin.
Du koçberên Efrînî ne û niha Kampa Serdem a li Şehbayê dimînin..
Tevî hemû nexweşî û azaran, bi çanda xwe ve girêdayî ne û tenê hêviyeke wan heye, ew jî vegera li warên wan Efrînê ye.
Ji neçarî û ji ber hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê warê xwe berdan û li vê kampê “Kampa Serdem” bi cih bûn..
Berê xwe bidin ku, wê deverê şîn û xweş dikin..
Efrînî ne û bi hezkirina xweza û şênkahiyê naskirî ne..
Rast e ji cih û warê xwe bûn, lê belê her di nava hewldanan de ne ku barê koçberiyê sivik bikin û êşên xwe ji bîr bikin.
Temenê wê 63 salî ye û ji 12 salan ve nexweşa penceşêrê ye..
Dayika Asya Şêxo ye..
Bi temenê xwe yê mezin û tevî nexweşiyê, li ber xwe dide û hewl dide xewna vegera li warê xwe û darên zeytûnan pêk bîne.
Dayika Asya, kon xwe bi cureyên kulîlkan ên herî xweşik xemilandî ye û mîna tabloyeke hunerî xuya ye.
Tevî kulîlkan, şînkahî û dar jî çandine, pê re jî bivê-nevê, ev kon û xweşikbûna wê bala mirov dikişîne.
Hevjînê wê jî, Mihemed Henîf ê 67 salî jî pê re alîkar e û behsa vê gavê dike.
Dibêjin em vê dikin, ji bo tim Efrînê li ber çavên xwe bibînin, wê qet ji bîr nekin û xwezaya wê bi derfetên xwe li wir vejînin..
Belê Efrînî ne..
Ji warê xwe dûr bin jî, girêdana bi çandê û hêviya wan a vegerê qet, qut nabe..