HRE’yê li Efrînê li dagirkeran da leşkerek û 4 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê -HRE’ê ragihand li Efrînê leşkerekî Tirk û 4 çeteyên wê hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê -HRE’ê bi daxuyaniyekê der barê çalakiyên navbera 1 û 4’ê Adarê de li dijî dagirkeran pêk anîn ev agahî dan:

“1’ê Adarê, li Ezazê erebeyeke serçeteyekî hat şewitandin.

2`yê Adarê, li navenda Efrînê çalakiyek hat lidarxistin û tê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

3`yê Adarê, li herêma Efrînê, li ser rêya Cindirêsê, li hember bendeke kontrolê çalakiyeke sabotajê pêk hat û tê de 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

4`ê Adarê, li gundê Meryemînê yê navçeya Şera, li dijî artêşa dagirker çalakiyek taybet pêk hat û di vê çalakiyê de jî leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn, erebeyek hat rûxandin û yek jî hat derbkirin.”

Back to top button