Meşa 25 rojan a ji Parîsê heta Strasboûrgê ya Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbe Apo li bajarên Creîl û Nogent sur Oîseyê di roja 18’emîn de berdewam dike.
Weke her roj bi durişme û hoperloran derdor û gel hatin agahdarkirin.
Çalakvanan qert berhevkirin û ji bo Rêber Apo şandin Îmrraliyê.
Endama Meclîsa Montataîre ya girêdayî Creîl a ji Partiya Komunîst a Fransayê Catherine Daîlly axivî û got:
“Rêber Apo ev demeke dirêj e di zindanê de dîl tê girtin, ev 25 salin ji bo azadiya wî gelên kurd di nava têkoşînê de ne.
Em jî weke Partiya Komunîst a Fransayê piştgiriyê didin gelên Kurd ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin.”
Endamê Meclîsa Haut de France Loîc Pen jî piştgirî da meşê û wiha got:
“Ji ber azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurde û hemû girtiyên siyasî ne, ez tevlîbûna xwe ji vê meşê re radigihînim”
Çalakî sibe wê li bajarê Amîensê yê Fransayê berdewam bike.
Meşa dirêj a ji Parîsê ber bi Starsboûrgê ve di roja 6. de ye



