Li rojhilatê bakurê Brezîlyayê ji 24’ê Gulanê ve baran dibare.
Ji ber rabûna lehîyê, herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li rojhilatê bakurê Brezîlyayê, ji ber rabûna lehiyê di nav çend rojên dawîn de 44 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya roja Yekşemiyê ya rayedarên xwecihî de, hat gotin ku li eyaleta Pernambûco hêj jî 56 kes wenda ne.
Hat ragihandin ku li eyaletê ji ber barana ku bû sedema lehiyê herî kêm hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.
Serokê dewleta Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro, artêş û rayedarên federal şandin herêma karesata xwezayî lê qewimî.



