Jinên Efxan li Kabîlê doza mafê xwe kirin

Talîbana piştî ku hat ser desthilatê , zextên mezin li civakê dike, Bi taybet jî jin.
Jinên Efxan ji bo şermezarkirina sînordarkirinên li ser mafê jinan ên li welêt, daketin qadan.

Li paytexta Efxanistan Kabîlê, 20 jin ji bo protesto kirina sînordarkirinê mafê jinan , bi dirûşmeya ”Nan, kar, azadî” xwepêşandan li dar xist.

Jinên li ber Wezareta Perwerdeya Neteweyî kom bûn dirûşmeya ”Perwerde mafê min e!” û “Dibistanan ji nû ve vebikin!” berz kir.

Lê Talîban demildest mudaxeleyê xwepêşandanê kir.

Piştî meşê beşdarek got:

”Me xwest em danezanekê bixwînin lê Talîban nehişt. ”

Talîban bi armanca serîtewandina civaka sivîl û jinan li ber feraseta Îslamê ya radîkal biryara çend sînordarkirinan da.

Back to top button