Çavuşoglu: Hefteya bê li Moskovê civîneke çaralî heye

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku heftiya bê, li Moskovê dê civînek çaralî ya Tirk, Rûsa, Sûriyê û Îranê were lidarxistin. Sibe wezîrê karên derve yê Îranê biçe Şamê û derbarê lidarxistina civîna çaralî dan û standinan bike.

Mevlut Çavuşoglu di civîneke çapemeniyê da zanîn ku di dema borî civînek sêalî di navbera Tirk, Rûsya û Sûiryê hate lidarxistin û wiha hate gotin: “Piştre me bi Îranê re dema wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan serdana Tirkiyê kir, li hev kir ku Îran di çarçoveya dan û standinên Astanayê de tevli civînan bibe.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê diçe Şamê

Rojnameya El-Weten a nêzî hikumeta Şamê eşkere kir ku wezîrê karên derve yê Îranê Emîr Ebdullahyan sibe serdsana Şamê bike..

Li gorî El-Weten dê Ebdullahyan ji Tirkê berê xwe bide Şamê û derbarê civîna çaralî ya wezîrên karên derve yên Sûriye-Rûsya-Îran-Tirkiyê, dan û standinan bike.

Ev serdan di wextê daxuyaniya cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ên derbarê civîna çaralî, pêk tê.

Back to top button