Li Dêrazorê depoyên çekan yên çekdarên Îranê teqiya

Li Dêrazorê depoyên cebelxaneyê yên çekdarên Îranê teqiya, di encamê de 7 çekdar hatin kuştin û 15 din jî birîndar bûn. Balafirên şer yên Rusî careke din derketin û nuqeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana Sûrî bombebaran kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR ragihand ku vê sibê depoyek cebelxanê ya çekdarên Îranê li Dêrazorê teqiya.

Di encamê de 3 ji wan ji nasnameya Sûrî en, 7 çekdar hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

Li Dêrazorê meyîn teqiyan, welatiyek hate kuştin û yek birîndar bû

Çavdêriyê da zanîn ku li bajarokê El-Bûlîl yê li Dêrazorê mayînek ji bermahiyên şer bi erebeyek sivîl teqiya, di encamê de welatiyek hate kuştin.

Her wiha li bajarokê Merat yê li Dêrazorê mayînek bi şivanek û keriyên wê teqiya, di encamê de, şivan birîndar bû û 15 berx mirin.

Balafirên Rusî şikeftên DAIŞ yên li çolistan Sûrî bombebaran kirin

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku piştî demek dirêj, îro careke din balafirên şer yên Rûsya derketin esîmanên çolistan Sûrî û nuqeteyên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin.

Li Derayê hêzên hikûmetê û çekdarnên herêmî bi hev ketin

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê raighand ku di ecama şer duh li bajarokê Um El-Mîzan أم المياذن ê li Derayê, 4 çekdar û 2 leşkerên hêzên hikûmetê hatin kuştin.

Back to top button