Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqa Roja Zimanê Kurdî li Kurdan pîroz kir

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê bi daxuyaniyekê 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir.

Daxuyanî li pêşiya navenda Komîteya Perwerdeyê bi beşdarbûna mamosteyên zimanê Kurdî hat xwendin.

Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê Xedîce Îbrahîm ve hate xwendin.

Xedîce Îbrahîm diyar kir ku zimanê Kurdî yek ji zimanên herî kevn ê Mezopotamyayê ye.

Xedîce da zanîn ku fêrbûna zimanê zikmakî mafê her kesî ye, ji ber ku ziman bingeha hebûn û nasnameya gelan e.

Xedîce Îbrahîm bang li gelê Kurd kir ku zimanê xwe biparêzin û ji bo pêşketina wî bixebitin.

Back to top button