Zirgan û Til Temir bûn armanca êrişên Tirkiyê

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ranewestiyan e.
Şevê din dîsa Til Temir hat topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dema dawî êrişên xwe li dijî Til Temir û Zirganê zêde kirine.

Doh bi şev careke din artêşa dagirker gundê Dirdara yê bakurê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Di heman rojê de gundên navçeya Zirganê jî bûn hedefa dagirkeran.

Nûçeihanê me ragihand ku top li nêzî malên sivîlan ketin, lê tiştek bi kesî nehatiye.

Back to top button