Salvegera 3’an a dagirkirina Serêkanî û Girê Spî

Îro salvegera 3’an a dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ye.
Bi boneya rojê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da.

9’ê Cotmeha sala 2019’an bi êrêkirina Amerîka û Rûsyayê dewleta Tirk êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir.

Bi boney vê rojê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser: Dixwazin sînorê mîsaqa milî careke din xêz bikin

Rêveberiyê êriş weke beşeke ji pêkanîna xwena Osmaniya nû ya dewleta Tirk binav kir û got;

”Herêmên me dagir dikin, zimanê Tirkî li ser gelên me ferz dikin û bi vî awayî dixwazin sînorên Mîsaqê-Milî careke din xêz bikin.”

Rêveberiya Xweser: Herêmên dagirkirî ji çeteyan re cihekî ewle ye

Rêveberiya Xweser behsa binpêkirinên dewleta tirk yên li wan herêman jî kir û ev tişt anî ziman:

”Wêranî, kuşrin, revandin û her tişta xirab li dijî xelkê herêmê tê meşandin.

Bi hezaran ji şêniyên resen koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih kir.

Bi vê re ew herêm bûn kemberek ewle ji wan çeteyan re û ji aliyê leşkerî û erdnîgarî ve têne parastin.”

Rêveberiya Xweser piştrast kir ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin ta hemû herêmên dagirkirin bên rizgarkirin.

Back to top button