Li Kampa Holê Hêzên Asayîşê rê li ber reva malbatekê girt

Li Kampa Holê, Hêzên Asayîşê rê li ber hewldaneke revê ya malbatekê ku dixwest derkeve herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de girt.

Weke di dîmenê Hêzên Asayîşa Kampa Holê de tê xuyakirin, sehrîceke petrolê ku madeyên xwarinê jî hildigirt, tê de malbatek vedişartî hat dîtin.

Asayîşê da zanîn ku vê sehrîcê dixwest malbatê birevîne derveyî Kampê, lê hêzên wan karîbûn vê hewldanê pûç bikin.

Li gorî Birêveberiya Asayîşa Kampê, agahî hatin ku dê malbatek bi sehrîcekê bireve û wan jî destwerdan kir û rê li ber reva wan girt.

Back to top button