Amerîkayê pêşnûmeya pêkanîna agirbestê ya li Xezayê veto kir

Bi destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê re di asta navnetewî de hewldanên pêk anîna agirbestê û bi dawîkirina şer tên kirin lê di meriyetê de heta niha rê li ber tu guherînê venekiriye.
Ji bo pêkanîna agirbestê ya li Xezayê duh Cezayîrê bi piştgiriya welatên Ereb pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NY kir.
Lê ev pêşnûme bi vetoya Amerîkayê nehate erêkirin.
Misir û Erebistanê bertek nîşandan.

Di qada navnetewî de ji bo pêkanîna agirbestê û bi dawîkirina şerê li Xezayê civîn tên lidarxistin û bang tên kirin lê di meriyetê de gavên çareseriyê nayên avêtin.

Duh Cezayîrê bi piştgiriya welatên Ereb pêşnûmeyeke bi daxwaza pêkanîna agirbestê ya li Xezayê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Ji 15 endamên Konseyê Amerîka ku endamê daîmî ye pêşnûme veto kir, Îngiltere bê alî ma û 13 endamên din jî erê kirin.

Bi vê yekê re Amerîka ji 7’ê Cotmehê ve cara sêyemîne pêşnûmeya Konseya Ewlekariyê ya bi daxwaza agirbesteke li Xezayê veto dike.

Misir: Em ê daxwazên xwe yên ji bo agirbestê bidomînin

Li dijî erê nekirina pêşnûmeya ji bo pêkanîna agirbesta li Xezayê bertek hatin nîşandan.

Têkildarî mijarê Wezareta Karên Derve ya Misirê daxuyanî da.

Wezaretê ji ber erê nekirina pêşnûmeya agirbestê xemginiya xwe anî ziman û weke şerm pênase kir.

Her wiha wezaretê diyar kir ew ê daxwazên xwe yên ji bo pêkanîna agirbesteke li Xezayê bidomînin û wiha hate gotin,

“Misir derbaskirina alîkariyên mirovî ya ji bo Xezayê didomîne. Operasyona Îsraîlê ya li dijî bajarê Refahê jî di navê de em li dijî her çalakiyekê ne ku Filistîniyan ji warên wan derxînin.

Erebistana Siûdî: Vetoya Amerîkayê agirbest asteng kir

Erebistana Siûdî jî ji ber erê nekirina pêşnûmeya ji bo agirbestê ya li Xezayê xemginiya xwe anî ziman.

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir pêwistiya Konseya Ewlekariyê ji bo pêkanîna aştî û ewlekariya navnetewî bi reformê heye.

Wezaretê got,

“Erebistana Siûdî derbarê xirabûna rewşa mirovî ya li Xezayê û zêdekirina operasyonên leşkerî yên ku gefê li aştî û ewlekariya navnetewî dixwe de hişyarî kir. Ev yek xizmetê ji çareseriya aştiyane ya ji pirsgirêka Filistînê re nake.”

Amerîkayê ku pêşnûme veto kir agirbesteke demkî pêşniyaz kir

Amerîkayê jî ku pêşnûmeya agirbestê ya li Konseya Ewlekariyê veto kir, pêşnûmeyeke alternatîf ya agirbesteke demkî pêşkêş kir.

Washingtonê ji bo ku di demeke kurt de agirbesteke demkî pêk were, ji bo ku Îsraîl li dijî herêma Refahê operasyona leşkerî pêk neyne pêşnûmeyeke alternatîf pêşkêş kir.

Cara yekeme ku rêveberiya Amerîkayê di vê mijarê de pêşnûmeyekê pêşkêş dike.

https://ronahi.tv/archives/category/tw-nuce

Back to top button