Amerîka li Behra Sor balafirên bê mirov a Husiyan xistin

Hemwextî destpêkirina mîsyona leşkerî ya Yekîtiya Ewropayê li Behra Sor doza êrîşan jî zêde bûn.
Li Yemen û hin heremên di bin kontrola Husiyan de êrîşên Amerîka, Fransayê pêk hatin.
Di êrîşê êde balafirên bê mirov, moşekên balîstîk, moşekên li ser keştiyan ên girêdayî Husiyan hatin rûxandin.
Husiyan jî li başûrê Filîstînê li bajarê Eilatê êrîşî hin heremên Îsraîlê kirin. Û vê yekê jî weke bersivdana êrîşên li ser
wan û parastina xelkê Fîlîstinê rave kirin.

Fermandariya Navendî yê Amerîkayê CENTCOM’ê ragihand ku li dijî keştiyeke barhilgir li Yemenê heremên di bin kontrola Husiyan de 2 moşekên balîstîk hatiye avêtin.

CENTCOM’ê da zanîn ku di encama vê êrîşê de keştî xisarek dît, lê ti windahiyên canî çênebûn û keştiyê barhilgir ji bo barê xwe bigihîne Adenê rêya xwe dom kir.

Herwiha di daxuyaniya fermandariya navendî ya Amerîkayê de hat diyarkirin ku li dijî keştiyekî Amerîkî êrîşa balafireke bê mirov pêk hatiye, bi xisareke sivik dîsa ber bi Îtalyayê ve çûye.

Di heman demê de CENTCOM’ê ragihand ku wan li heremên di bin kontrola Husiyan de rampayekî moşekan û balafirekî bê mirov rûxandine û moşekekî balîstîk jî xistine.

Fransa 2 balafirên keşfê ya girêdayî Yemenê xistin

Wezareta Parastinê ya Fransayê ragihand ku wan 2 balafirên keşfê yên Yemenê li Behra Sor û Kendava Adenê xistine xwarê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê de hat diyarkirin ku destwerdanê li 2 balafirên keşfê hatiye kirin û rûxandin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin:

“Firqeyên deryayî yên Fransayê yên bi tîpa FREMM li başûrê Behra Sor û Kendava Adenê gelek êrîşên bi balafirên bê mirov ên ku ji Yemenê dihatin tespît kirin.

Ev çalakî ji Kanala Suweyşê heta Tengava Hurmuzê dibe alîkar ku ewlekariya deryayê pêk bîne.”

Husiyan li bajarê Eilat a Îsraîlê keştiyekî armanc girt

Hûsiyên Yemenê ragihandin ku wan hin heremên li bajarê Eilatê ya li başûrê Îsraîlê û keştiyeke Îsraîlê li Kendava Adenê kirine hedef.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got:

“Hêzên deryayî yên Yemenê ya girêdayî husiyan li Umm er-Reşraş a başûrê Filîstînê li dijî heremên hessas a Îsraîlê êrîşên balafirên bê mirov pêk anîn.

Hêzên deryayî yên Yemenê keştiya Îsraîlê ya bi navê MSC SILVER (em es sî- sîlvir) li Kendava Adenê bi moşekên deryayî yên guncav kirin armanc.”

Êrîşên hemwext bi destpêkirina mîsyona leşkerî ya li Behra Sor

Her wiha Yahya Serî bal kişand ser wê yekê ku Hûsiyan bi balafirên bêmirov li Behra Sor û Behra Umanê êrişî keştiyên şer ên Amerîkayê jî kirin.

Serî destnîşan kir ku ev operasyon ji bo piştgiriya gelê Filistînê û bersivdayîna êrişên Amerîka û Îngîlîstanê ya li ser Yemenê hatine kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev êrîş piştî ku Yekîtiya Ewropayê ragihand ku wan dest bi mîsyoneke leşkerî kiriye da ku beşdarî ewlehiya keştiyan li Behra Sor bibe, hat.

Yekîtiya Ewropayê li Behra Sor mîsyona leşkerî da destpêkirin

Back to top button