Cotkarên Spanyolî polîtîkayên hikumeta Spanî şermezar kirin

Cotkarên ku ji 6’ê Sibatê û vir ve li Spanyayê çalakiyan li dar dixin û dixwazin di pakêta tevdîrên 18 xalî ya hikûmetê de gavên berbiçav bên avêtin, bi traktorên xwe ketin paytext Madrîdê.

Hat ragihandin ku bi qasî 5 hezar cotkar bi otobus an jî trênê hatin Madrîdê ji bo piştgiriyê bidin protestoyên cotkarên ku bi qasî 500 traktoran li kuçeyên paytextê geriyan û trafîkê rawestandin.

Cotkar diyar kirin ku sozên hikûmetê bi giranî bi daxwazên wan re hevaheng in, cotkar jî ji bo bidawîkirina çalakiyan li benda gavên berbiçav in.

Cotkar daxwaz dikin ku “di polîtîkayên çandiniyê yên Yekîtiya Ewropî de nermbûn, sînorkirin û kontrolkirina hişktir li ser hilberên ku ji welatên derveyî Yekîtiya Ewropî têne, zêdekirina alîkariyên li dijî pirsgirêka ziwabûnê, bihêzkirina kontrola zincîra xwarinê û qanûnên ji zeviyan berbi sûkan ji bo cotkaran.”

Li gorî daneyên fermî, di çalakiyên cotkarên ku ji 6’ê Sibatê û vir ve li tevahiya Spanyayê çalakiyan li dar dixin de 51 kes hatin binçavkirin.

Cotkarên Belçîkî lutkeya NY şermezar kirin

Back to top button