Bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava li gelek bajarên Almanya şahî tên lidarxistin

Li bajarên cuda yên Almanyayê, 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi dirûşmeya “Bijî Şoreşa Rojava” tê pîrozkirin..

Şoreşa Rojeva ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ku çirûska wê pêket, li her deverê dengê wê bilind dibe.

Kurdên li Elmanyayê bi boneya vê rojê û ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava, wê dest bi konsert û festîvalan bikin…

Programa van şahî û festîvalan jî wiha ne:

Li Frankfurt, Hamburg û Bonn ê, îro şahiya 19’ê Tîrmehê dest pê kir…

Li Berlîn û Lut-zerath jî sibê, li Saar-brucken jî di 19 Tîrmehê de şahî tên li darxistin..

Di 20’ê Tîrmehê de, panelek di derbarê “Şerê dewleta Tirk li dijî Rojava” de li Eşafin-burgê wê pêk were.

Di 22’ê Tîrmehê de jî li Osna-borgê wê çalakî pêk were..

Her wiha li Kasselê jî 24’ê Tîrmehê, wê bi navê “10’emîn salvegera Şoreşa Rojava” festîval were li dar xistin..

Back to top button