Sînan Çiftyurek: Di vê pêvajoya tirsnak de, derveyî yekîtiyê ti çareserî nîne

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek diyar kir ku divê hemû partiyên beşên Kurdistanê li dijî êrîşan yekîtiya xwe ava bikin, da ku karibin destketiyan biparêzin.

Beriya niha partiyên Kurd yên Bakurê Kurdistanê li dijî gef û êrîşên li ser Kurdan tifaqa netewî ava kir.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek der barê ziraviyên tifaqê, ji ajansa Firatê re axivî.

Sînan Çîftyûrek da zanîn ku ev tifaq encam û xebateke salane û ne taktîk, stratejîk e.

Çiftyurek her wiha diyar kir ku dagirkerên xaka Kurdan li ser wan bazarê dikin û polîtîkayên qirkirinê xistine dewrê.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek di dawiyê de, anî ziman ku êrîşên mezin li ser Kurdan hene û dema berjewendiyên partiya derbas bûye.

Li ser vê jî, Çîftyurek pêwîstî bi dûrxistina berjewendiyên partiyetî dît, ku êdî divê aliyên Kurdî di zûtirîn dem de, yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button