Dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê di ser dehan malan de girt

Hikûmeta Faşîst a AKP-MHP’ê bi hinceta endamtiya rêxistinê, li 5 bajarên Bakûrê kurdistnaê bi ser gelek malan de girt û der heqê 105 kesan de biryara binçavkirinê da.

Li gorî agahiyan, polîs û leşkerên Tirk li Amed, Stenbol, Enqere, Edene û Aydinê bi ser malan wan kesan de girt.

Serdegirtin zêdetir li navçeya Licê, Hezo û Karanê yên Amedê û gundên wan bû.

Di encamê de, 13 kes hatin binçavkirin.

Di serdegirtinan de gelek mal hatin talankirin û tundî li sivîlan hate kirin.

Jimara binçavkiriyan a giştî heya niha nayê zanîn û rayedarên dewletê ti daxuyanî nedaye.

Li gorî agahiyan, kesên binçavkirî, ji bo Fermandariya Cendermeyan a Amedê hatine vaguhastin.

Back to top button