Misir û Yewnanistan banga derxistina çeteyan ji Lîbyayê kirin

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis û serokkomarê Misirê Ebdullfetah Sîsî banga vekişandina çeteyan ji Lîbyayê û pêkanîna hilbijartin di dema xwe de kirin.

Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis û serokomar Ebdullfetah Sîsî li Qahîreyê kongreyeke çapemeniyê li dar xist û yek ji mijara civîna wan derxistina çeteyên Tirkiyê ji Lîbyayê bû.

Derbarê mijarê de Mitsotakis diyar kir ku divê hêzên biyanî ji Lîbyayê werin derxistin û komên çekdar ên li Lîbyayê ji hev bê xistin.

Sîsî jî da zanîn wan bi Yewnanistanê re li hev kirine ku hilbijartinên Lîbyayê di dema xwe ya diyar de pêk werin û hêzên biyanî ji Lîbya werin derxistin.

Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Lîbyayê  Richard Norland diyar kir ku ew dixebitin da çeteyên Lîbyayê berî hilbijartinên 24 Kanûnê derxînin.

Back to top button