Duran Kalkan: Dewleta Tirk dixwaze li Colemêrg û Şirnexê çeteyan bi cih bike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku dewleta Tirk dixxwaze Başûrê Kurdistanê dagirk bike û li Colemêrg û Şirnexê çeteyan xwe bi cih bike. Kalkan anî ziman ku, êrîşa li ser hêzên PDK’ê li Metîna mîna bombekirina nexweşxaneya li Efrînê, amadekariya ji bo civîna NATO’yê bû.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameya taybet a Medya Haber TV bû û êrîşên dagirkeran li ser Başûrê Kurdistanê nirxandin kir.

Dûran Kalkan têkoşîna û berxwedana gerîlayên azadiyê li Zap, Avaşîn û Metînayê ku ev du meh in dewam dike, bi wêrekî û ruhekî fedayî bi nav kir.

Kalkan balkişand li ser armancên dewleta Tirk ji êrîşan û wiha got:

“Dixwaze beşeke girîng a Başûrê Kurdistanê, Colemêrg û Şirnexê vala bike û bi vî rengî serweriyeke çeteyan li vê derê çêbike.

Çeteyên ji Idlibê ji deverên cuda, DAIŞ, El Qaîdeyê bi kar tîne û dixwaze herêmeke çete ava bike.

Bi vî rengî dixwaze Kurdan qir bike, van li navenda Kurdistanê bi cih bikin, civaka Kurd ji van deveran derxîne, sirgûn bike û qir bike.”

Duran Kalkan destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk gefeke mezin li dijî Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye û divê hêzên demokratîk nas bikin ku ev çetetiya nû ye.

Duran Kalkan destnîşan kir ku êrîşa li ser wesayita zirxî ya hêzên PDK’ê mîna bombekirina nexweşxaneya li Efrînê, amadekariya ji bo civîna NATO’yê bû.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê îşaret bi hin helwestên sosret û di ximeta dijmin de ye kir û anî ziman ku ew êrîş nekirin, êrîş li ser PKK’ê dibe û di hindir Başûr de ne li ser sînorê Iraq û Tirkiyê.

Têkildarî hebûna PKK’ê li Başûrê Kurdistanê kalkan ev agahî bibîrxist:

“Me bi PDK’ê re berî 40 salî peyman mohr kir.

Li binê vê peymanê îmzeyên Rêber Apo û Mesûd Barzanî hene.

Ev peymana bi PDK’ê re bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê hate îmzekirin. ev gelekî eşkere ye.”

Dawiyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bang li gel, rewşenbîran, hunermendan, siyasetmedaran, jin û ciwanan kir ku li Başûrê Kurdistanê ji bo afirandina yekîtiya neteweyî demokratîk têkoşînê bênavber bimeşînin, xurt bikin û bigihînin encamê.

Back to top button