Li Mexmûrê her sê jinên şoreşger bi merasîmekê hatin bibîranîn

Li Bakurê Kurdistanê û Wargeha Penaberan a Mexmûrê her sê jinên şoreşger bi merasîman hatin bibîranîn û li ser jiyan û têkoşîna wan sînevîzyon hatin nîşandan.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku di 9’ê çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn şehîdxistin, bi merasîmekî hatin bibîranîn.

Her wiha li ser têkoşîna hersê jinan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve sînevizyonek hat nîşandan.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Xatûn Spêrtî di merasîmê de komkujiya Parîsê şermezar kir û banga darizandina kujeran kir.

TJA’yê jî merasîma bîranînê li Amed û Wanê li dar xist

Bi heman armancê li bakurê Kurdistanê jî komkukî hat şermezar kirin.

Tevgera Jinên Azad TJA’yê jî ji bo her sê jinên ku li Parîsê hatibûn şehîdxistin, merasîma bîranînê li Amadê li dar xist.

Her wiha li bajarê Wanê jî sê jinên Kurd ên şoreşger li Silopiya û Parîsê ku hatibûn şehîdxistin hatin bi bîranîn.

Di çalakiyê de mûm û qurnefîl li rex wêneyên 6 jinan hatin danîn.

Sînevîzyonek têkilî têkoşîna jiyana her sê jinên têkoşer hate nîşandan û helbest hatin xwendin.

Back to top button