TJK-E: Em 18’ê çileyê dakevin qadan û xwedî li Şengalê derkevin

Li dijî hedefgirtina pêşengên civaka Êzidî, gelê Kurd wê 18-19’ê mehê de dakevin qadan. Ji bo meş û çalakiyên wê werin lidarxistin jî banga beşdarbûnê hatin kirin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Saziyên Civaka Êzîdî yên li Ewropayê û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê bang li her kesî kirin ku bi rihê Yekîtiya Netewî dakevin qadan.

Li dijî hedefgirtina pêşengên civaka Êzidî gelê kurd bihêrs bûye.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî Şengalê şermezar kir û êrişên dewleta Tirk weke dewama zihniyeta qirker a DAIŞ’ê dest nîşan kir.

Tevgerê diyar kir ku çawa li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke bê hempa hat nîşandan, wê li dijî dîktatoriya AKP-Erdogan jî heman berxwedan were nîşandan.

TJK-E’yê di serî de jin, bang li her kesî kir ku 18’ê Çileyê dakevin qadan û xwedî li Şengalê derkevin.

SAZIYA CIVAKA ÊZIDÎ YÊN LI EWROPAYÊ
BANGA TEVLÎBÛNA ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK KIR

Bi heman armacê Saziyên Civaka Êzîdî yên li Ewropayê û KCDK-E’yê bi daxuyaniyên cuda êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin.

Saziyan bang li civaka Êzîdî kir ku bi rihê tifaqê û yekîtiyê 18’ê Çileyê tevlî çalakiyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bibin.

MECLÎSA XWESERIYA DEMOKRATÎK A ŞENGALÊ:
19’Ê ÇILEYÊ LI GUNDÊ DUGIRÊ MEŞEK LI DAR BIXE

Bi heman armancê wê 19’ê mehê di saet 2’an de li gundê Dugirê yê navçeya Sinûnê ya Şengalê jî meşek were lidarxistin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bang li hemû civaka Êzidî kir ku beşdarî meşê bibin û piştgiriyê bidin Yekîneyên Berxwedana Şengalê.

Leave a Reply

Back to top button