Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî komployê li ser piyaye

Bi nêzîkbûna salvegera 25’an a komploya Navneteweyî çalakî zêde dibin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Lubnanê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de, careke din azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat xwestin.

Li her cihî qêrîn û banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo bilind dibe.

Nexasim ku salvegera 25’an a komploya Navneteweyî nêz dibe.

Li Herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, gel bê rawestan ji bo rêber Apo dixebite û li qada ye.

Bi vê armancê, Rêveberiya Dibistanan a Dêrikê û Meclisa Dêrikê civînek ji mamosteyan re li dar xist.

Di civînê de, hate gotin:

girtina Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de, mînaka herî zelal a komploya hêzên hegemonîk ên kapîtalîzmê ya li dijî îradeya gelan, şoreşên wan, ronakbîr û rêberên wan e.

Bi heman armancê PYD’ê semînerek li navçeya Til Hemîsê da.

Li bajarokê Ebû Fari yê Tirbespiyê semînerek ji aliyê Hêzên Parastina Civakî HPC’ê ve hate organîzekirin.

Civîn û semîner li navçeyê, wê heta 12’ê Sibatê dewam bikin.

Partiyên siyasî yên li Girkê Legê jî komploya Navneteweyî û êrişên li ser herêmê şermezar kirin.

Meclisa Navçeya Til Temirê jî semînerek derbarê armanc û bandorên Komploya Navneteweyî da.

Kesên axivîn diyar kirin ku komplo li dijî mirovahiyê dewam dike û tevahî pêkhateyan û azadiya jinan dike hedef.

Meclisa Navçeya Şedadê jî li dibistana gundê Bedelî yê navçeyê civînek li dar xist.

Li Helebê Komîteya Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin.

Dîse li Helebê Nivîsgeha Perwerdê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê panelek li dar xist.

Li navçeya Şêrewa jî, ji bo şermezarkirina komployê meşek hate lidarxistin.

Piştî meşê, li kampa veger a navçeyê daxuyaniyek hate xwendin.

Xelkên navçeyê banga bilindkirina têkoşînê kirin û gotin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, mafên gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn misoger be.

Lubnan-Bi semînerekê Komploya Navneteweyî hat şermezar kirin

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajarê Şîhîm a Lubnanê bi semînerekê hate şermezarkirin.

Di sermînerê de, nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Lubnanê Ebduselam Ehmed axivî û got

“Rêbertî di rewşên tecrîda giran li girtîgeha Îmraliyê de, ji 25 salan ve li ber xwe dide û bi modela modernîteya demokratîk rûyê rast ê komployê ya li dijî tevahî mirovahiyê pêk hatiye îsbat kir.

Ciwanên Kobanê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê daketin qadan

Back to top button