Meşvanên baskê Wanê serdana malbata Bûbo Taş kirin

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê’ yê Wanê ku îro çû navçeya Qosera Mêrdînê bi hezaran re meşiyan.
Meşvanên di baskê Qersê de jî, piştî pêşwazîkirina bi coş a li Liceya Amedê, berê xwe da navçeya Hezo yê Êlihê.
Hate diyar kirin baskên meşê wê 13’ê sibatê li Amedê bigihin hev û gel ji bo tevlîbûnê hate vexwendin.

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd li bakurê Kurdistanê ji 2 baskan destpê kir, bi coş dewam dike.

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê, di roja 10. de li Mêrdînê meşa xwe domand.

Meşvanên Azadiyê îro serdana malbata Bûbo Taş kirin ku li dijî tecrîda Îmraliyê 12’ê Çileya 2023’an laşê xwe dabû ber agir.

Di serdanê de meşvanan bal kişandin li ser tecrîdê û diyar kirin ji bo êşên mezintir neyên kişandin ketine rê.

Keça Ş. Bubo Taş, Havva Taş jî got: “Şehîd şehîdê me hemûyan e. Azadî wê ji bo me hemûyan were.”

Bûbo Taş ê laşê xwe dabû ber agir di nameya ku li pey xwe hişt de gotibû:

“Ez bi Evin û vîna xwe diçim. Ev çalakî, çalakiyeke, siyasî ye. Ji bo serokatiya me ye”.

Meşvanên baskê Wanê li Qoserê bi hezaran re meşiyan

Piştî serdanê Rewîyên Azadiyê çûn Navçeya Qoser a Mêrdînê û li wir ji aliyê gel ve bi girseyî hatin pêşwazîkirin.

Piştî vê pêşwazîkirina germ, meşvan ber bi Qada Azadiyê ve meşiyan.

amd-10-02-2024-ozgurluk-yuruyusu-qoser-konusmalar.mp4

Li wir siyasetmedarên ku axivîn, peyamên serkeftinê dan û paşê çûn avahiya rêxistina DEM Partiyê.

Baskê meşa Qers li Liceyê bû: Her der wê bibe paytexta berxwedanê

Meşvanên baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê jî, saetên serê sibê ji navçeya Licê ya Amedê ber bi navçeya Farqînê ve bi rê ketin

Baskê Qersê yê li ser rêya Licê û Farqînê demekî dirêj meşiyan, pişt re gihiştin navenda navçeyê.

Meşvanên bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin, heta navenda navçeyê bi dirûşma û stranan meşiyan.

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal li ser navê meşvanan axivî û got:

Em li dijî mirinê siyaseta jiyanê dimeşînin.

Me di tevahiya meşa xwe de, di çavên dayikan de hesreta ji bo aştiyê dît.

Dewlet ji vê hesretê ditirse.

Newroz Ûysal anî ziman li dijî aqlê ku kurdan tune dihesibîne, îro her der bûye paytexta berxwedanê.

Baskên meşê wê 13’ê Sibatê li amedê bigihin hev

Newroz da zanîn ku baskên meşê wê 13’ê sibatê, li Amedê bigihin hev û hemû gel vexwend meşê.

Piştî pêşwazikirina li vir jî, Meşvanên baskê Qersê berê xwe dan navçeya Hezo yê Êlihê.

Parlamenter Parlak: Rejîma Erdogan welat bi pergala tecrîdê bi rêvedibin

Back to top button