Zext û binçavkirinên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) û pêkhateyên wê didome.
Dewleta Tirk a dagirker hevberdevkê HDK’ê binçavkir.
Serê sibê polîsên dewleta tirk a dagirker li Stenbolê li ser gelek malan de girt.
Di serdegirtina malan de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan-HDK’ê Sedat Şenoglû di çarçoveya operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan-ESP’ê hat binçavkirin.
Her wiha 9 endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan-ESP’ê jî hatin binçavkirin.
Polîsên Dewleta Tirk kesên ku binçavkirine birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.