Ji bo şehîd Bêrîtan Navdar li Amûdê konê sersaxiyê hate vedan

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê ya Kantona Cizîrê ji bo şehîd Ronahî Rûdî Îbrahîm bi nasnav Bêrîtan Navdar li pêş mala malbata wê konê sersaxiyê veda.

Di merasîma sersaxiyê de şêniyên Amûdê, endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Di bin konê sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ziyor Elî sersaxî da malbata şehîd û got:

“Gelê herêmê soz daye li ser şopa şehîdan be.”

Endama Kongra Star a navçeyê Medya Seido jî têkoşîna şehîdan silav kir û wiha got:

“Bi saya fedakarî û têkoşîna jinan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jin vir ji bo tevahî jinên cîhanê bûn sembolê têkoşînê.”

Medya soza bilindkirina têkoşîn li ser şopa şehîd Bêrîtan û hevrêyên wê da.

Her wiha endama HPCˊê Nesrîn Başo jî diyar kir ku ew ê destkeftiyên şehîdan û şoreşê biparêzin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Li Hesekê 2 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin

Back to top button