Saziya Dada Îranê: Kesê ku têkiliya wî bi kuştina Qasim Silêmanî re heye, wê were bidarvekirin

Saziya Dada Îranê ragihand “kesekî ku bi sîxûriyê sûcdar e û têkiliya wî bi kuştina Qasim Silêmanî re heye, wê were bidarvekirin.”

Berdevkê Saziya Dadê ya Îranê Xulamhisên Îsmaîlî îro diyar kir ku di demeke nêzîk de, wê kesekî Îranî were bidarvekirin

Li gorî Xulamhisên Îsmaîlî, navê wî kesî Mihemed Musewî Mecîd e û bi sûcê ku sîxûrê Amerîka û Îsraîl e û cihê mayîna Qasim Silêmanî eşkere kiriye, ji aliyê Wezareta Îtla’et a Îranê û Îtaleta Artêşa Îranê ve hatiye girtin.

Fermandarê Hêza Qudusê ya Parazvanên Şoreşê ya Îranê Qasim Silêmanî di 3 Çileyê de li balafirxaneya Bexdayê, di êrîşeke hewayî ya Amerîkayê de li gel Fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî El-Muhendis hatin kuştin.

Back to top button