Ciwanên navçeya Tirbespiyê yên di nava partiyên siyasî de cih digrin, diyar kirin ku dê bi hevgirtina xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û porojeya Rêveberiya Xweser bi pêş bixin.
Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Elî diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe dixwaze vîna gelên herêmê bişikîne û got:
“Divê hemû pêkhate li dijî êrîşên dagirkeriyê bisekirin û xwedî li projeya rêveberiya xweser derkevin.”
Endama Meclisa Ciwanan a PYD Vînda Mehmûd jî anî ziman ku armanca dagirkeriyê gel koçber bike û got:
“Wek jin em ê bi berxwedanî û lehengî li pêş van planên qirêj rawestin û em dev ji welatê xwe bernadin.”
Endamê Heyet El Weteniye El Erebiya (Desteya Nîştimanî ya Erebî) Reed El Seran da zanîn ku dagirkeriya Tirk êrişî hemû pêkhateyên dike û ev tişt anî ziman:
“Emê bi yekitî û hevgirtina xwe rê li ber van êrişan bigrin.”