Koçberên Efrînê yên li Şehbayê diyar kir ku hikûmeta Şamê bi dorpêçê hewl dide îradeya wan bişkîne û gotin:
“Dorpêç bandorê li baweriya me ya bi doza wan nake.
Em ê têkoşîna xwe bidomînin û serî ji ti aliyê re natewînin.”
Luqman Hesen siyaseta hikumeta Şamê li hember şêniyên herêmê û koçberan rexne kirin û got:
“Civaka navneteweyî li hemberî vê siyaseta qirêj bê deng e.
Dewletên ku li qada Sûriyeyê rol dilîzin li gor berjewendiyên xwe kar dikin.”
Roşeng Sîno jî anî ziman ku 7 salin ew ji ber dorpêçê gelek zehmetiyan dikşînin û got:
“Hewl didin bi rêya dorpêçê îradeya me bişkînin.
Dorpêç bandorê li baweriya me ya bi doza wan nake.”
Hecî Murad jî diyar kir ku bi têkoşîna xwe ew ê xebata xwe heta vegera li Efrînê bidomînin û serî ji tu aliyê re natewînin.