Li Efrîna dagirkirî revandina welatiyan û xwestina fidyeyan didome

Li Efrîna dagirkirî 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatî revandin û li hember berdana wan ji malbatê wan hezar û 400 dolarên Amerîkî dixwaze.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye a zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatiyên ji Efrînê revandin e.

Rêxistinê destnîşan kir ku navên wan; Îdrîs Mihemed Bekir (47)ê ji gundê Goliya Jêrîn û yê din Rifet Mihemed Elî (50) yê ji Goliya Jorîn ên navçeya Reco ne.

Rêxistinê diyarkir ku çeteyan bermaberî berdana wan hezar û 400 dolar xwestine.
û heta niha çarenûsa wan nediyar e.

Di heman çarçoveyê de çeteyên ˊPolîsên Sivîlˊ welatiya bi navê Reyhane Mihemed Elî Yûsif û Mustefa Mihemed Beter ên ji gundê Goliya Jêrîn çend roj berê revandibû piştî ku malbatên wan ji bo her yekî 700 dolar dan, berdan.

Back to top button