Tirkiyê avê dijî Iraqê ji bo valakirina Mexmûrê bikaranî

Wargeha Mexmûrê dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye, lê NY tevî hemû êrişên ser wargehê jî bêdenge.
Îro 4 sal bi ser amarogya MÎT-PDK’ê ya li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê re derbas dibe..
Hê jî hewldanên valekirinê, gefên êrişên dewleta Tirk dewam dikin.
Berxwedana 30 salan ya şêniyên wargehê, bê navber dewam dike.

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê kar dikir êriş pêk hat.

Di heman roja êrişê de Rêveberiya PDK’ê ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê.

Ji xwe beriya êriş çêbibe, PDK ji bo rêgiriyê ketibû nava liv û tevgerê.

Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê.

Rojek piştî wê ango di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, wargeh bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.

Piştî dewleta Tirk û PDK’ê rê li xelkê Mexmûrê girt, kete nava hewldanên wargeh valekirinê.

Bi gelek rêyên cûr be cûr xwestin wargehê vale bikin û îradeya xelkê wargehê bişkînin.

Di 20’ê Gulana 2023’yan de carek din leşkerên Iraqê danê siharê hewl dan bikevin wargehê û li derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û bircan danin.

Xelkê ku bi berxwedana xwe tê nasîn, carek din rabû ser xwe û li ber hewldanên dorpêçê rawestiyan.

Dewleta Tirk û çapemeniya wê di ser nûçeyên xwe de li benda valekirina wargehê bûn,

li gorî dewleta Tirk û çapemeniya wê, pêwîst bû wargeh di nava çend saetan de hatiba dorpêçkirin.

Dewleta Tirk gefên av qutkirinê li ser Iraqê dida, şandeyên Iraqê serdana Tirkiyê dikirin,

lê şertê Tirkiyê ya ji bo av berdanê, valekirina Mexmûrê bû.

Dewleta Tirk heya roja îro jî dijî Iraqê avê weke çekek bikartîne.

Bi rihê 14’ê Tîrmehê bersiva êrîşan dan

Hêza leşkerî bê ku guh bide xelkê Mexmûrê xwest bikeve nava wargehê û derdorê têl bike.

Lê hêza berê xwe dayî Mexmûrê, rastî rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê hat.

Jin, zarok, kal û pîr, bihezaran şêniyên wargehê danê siharê berê xwe dan seytereyê.

Berxwedana Mexmûrê, li her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat bû sedem ku Kurd dakevin kolanan.

Her wiha bi dehan saziyan jî bi daxuyanî û çalakiyan piştgirî dan berxwedanê.

Şêniyên Mexmûrê 16 roj dijî hewldanên dorpêçê bi şev û roj li ber xwe dan.

Berxwedana xelkê Mexmûrê rê hewldanên bi daxwaza dewleta Tirk û PDK’ê dihat kirin, girt.

Back to top button