Hêzên gerîla li herêma Zapê leşkere dewleta Tirk a dagirker caza kirin.
Gerîla TV jî dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê a li qada Xantûrê weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya de ev agahî hate parvekirin:
“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
8, 9 û 10’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî gerîlayan li dagirkeran dan.
Di encamê de dagirkerek hate caza kirin û derb li 2 çeperan hate xistin.”
HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku ji gerîlayan derbên giran dixwe bi çekên qedexekirî, gazên kîmyewî êriş dike û got:
“Dagirkeran 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 17 caran jî bi balafirên şer qadên berxwedanê bombe kirin.
Her wiha herêmên Zap, Metîna û Xakurkê hat topbaran kirin.”