Li Rojhilata Navîn zengila şer careke din lê daye.
Îran û Îsraîlê li dijî hev êrişên dijber pêk anîn.
Ti aliyan guh nedan bangên Serokê DYA Trump û vê yekê Washington bihêrs kiriye.
Hemwextî rewşa heyî careke din nirxê petrolê bilind bû.Piştî demekî dirêj ev dimenê herî dijwar yên şerê navbera Îran û Îsraîlê ne.
Îran û Îsraîlê di 24 demjimêrên dawî de, careke din bi dijwarî êrişî navendên hev kirin.
Piştî êrîşên mûşekên balîstîk ên Îranê, artêşa Îsraîlê li dijî Kargeha Petro-kîmyayî ya Karun û çend cihên leşkerî li ماهشهر Mahşehr ên li başûrê rojavayê Îranê, êrişên hewayî pêk anîn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyoneke berfireh a ku pergalên parastina stratejîk ên Îranê kiriye armanc û ew ji nav biriye.
Rêveberên Îranî ragihandin ku zirar li kargeheke petrokimyayî çêbûye.
Îran:Me êrişî navendên enerjiyê yên Îsraîlê kir
Hemwextî vê diyar kir ku ti ziyanên canî pêk ne-hatiye.
Li dijî vê yekê bersivek zû ji Tehranê hat.
Supay Pasdarên Îranê ragihand ku navendên enerjî û pîşesaziyê yên li Hayfa ya Îsraîlê, bûye armanca mûşekên wan.
Rêveberiya Tehranê diyar kir ku hedefgirtina binesaziya enerjiyê dikare encamên cidî li ser aboriya cîhanî pêk bîne.
Trump bang dike:Îsraîl û Îran êrişên xwe ranawestînin
Di dema ku şer dewam dikir de, Serokê DYA Donald Trump daxuyaniyek da.
Trump di nameya kurt a li ser medyaya civakî de got,
“Divê Îsraîl û Îran tavilê dev ji gulebaranê berdin.”
Li gorî medyaya Amerîkî, Trump bang li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî kir ku ji êrişên tolhildanê yên li dijî Îranê dûr bisekine.
Pezaşkiyan: Me ne qada şer ne jî maseya muzakereyê terk nekir
Serokomarê Îranê Mesûd Pezaşkiyan, piştî ragihandina bidawîbûna operasyonê diyar kir ku welatê wî dev ji hewldanên dîplomatîk ber-nedaye.
Pezaşkiyan li ser platforma medyaya dîjîtal X’ê parvekirinek kir û got,
“Parastin û dîplomasî du stûnên bingehîn ên hêza neteweyî ne.
Me ne qada şer û ne jî maseya muzakereyê terk kiriye.”
Lêbelê, tevî bangên dîplomatîk, aloziya li ser erdê kêm nebû.Piştî êrîşên dijber, bihayên petrolê bi qasî ji sedî 3 zêde bûn û serê bermîlê gihîştin 96 dolarî.
Di vê navberê de, mijara Libnanê yek ji xalên herî mezin ên nakokiyê di navbera aliyan de dimîne.
Îran îdîa dike ku agirbest divê Libnanê jî di nav xwe de bigire, di heman demê de Îsraîl operasyonên xwe bi hinceta gefa Hizbullahê didomîne.



