Li Helebê ji ber dorpêçê karê xizmetguzarî hate seknandin

Li kêleka vê rewşa xirab a li Şehbayê, xelkên Helebê jî ji ber dorpêçê bê sotemenî, derman û madeyên xwarinê ne.
Endama ofîsa teknîkî ya şaredariya gel a taxên Şêx Meqsûd û Exrefiyê Lavîn Celal eşkere kir ku ji ber dorpêçê hemû karên xizmetguzariyê rawestiyan.

Encamên dorpêça ku li ser her du taxên Şêx Meqsûd ku Eşrefiyê bû sedema têkçûna sektora xizmetguzariyê,

Têkildarî dorpêçê endama ofîsa teknîkî ya şaredariya gel a taxên Şêx Meqsûd û Exrefiyê Lavîn Celal ji axivî.

Lavîn Celal diyar kir ku ji bo ku rêyan bi qiloç û çîmento bên asfaltkirin dixebitî û wiha got:

Niha ji ber girtina rêyan û astengkirina ketina made û sotemeniyê de, karê piraniya komîteyên şaredariyê yên ku xizmeta gel dikirin rawestiya.

Dorpêça li Şehbayê rewşa zarokên nexweş xistiye xeteriyê

Back to top button