HPG: Li Serhedê çalakiyeke koordîneyî û hevdemî hat lidarxistin

Li kurdistanê şerê li dijî dagirkeriyê germ bûye. HPG’ê diyar kir ku li dijî leşkerên Tirk ên li ber Deriyê Sînor ê Gurcubûlakê çalakiyeke ‘koordîneyî û hevdemî’ li dar xistine. Di çalakiyê de, 2 wesayitên Kobra, konek û 2 kozikên dagirkeran hatin armanckirin.

Li bakur û başûrê Kurdistanê, artêşa dewleta Tirk a dagirker li ber derbên gerîla ji hev dikevin.

Tevî berxwedaniya li herêma Zap, Metîna û Avaşîn li nava bakurê Kurdistanê jî çalakî berfireh bûne.

Li herêma Serhedê gerîlayan derbên xurt li artêşa tirk a dagirker xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ gerîlayan li herêma Serhedê çalakiyek pêk anîn.

Li gorî vê;

13’ê Gulanê gerîlayan li qada Glîdaxê ya herêma Serhedê li dijî dagirkerên li ber Deriyê Sînor ê Gurcu-bûlakê bûn bi koordîneyî çalakî kirin.

Ji du baskan ve li 2 wesayitên bi tîpa Kobra, li konek û 2 kozikên dagirkeran hate xistin.

Destpêkê li wesayita bi tîpa Kobra hate xistin û hat teqandin.

Leşkerên di wesatyîtê de jî hatin kuştin.

Her wiha derb li wesayiteke din a Kobra û 2 kozikan hate xistin.

Dagirkerên ku derb xwarin ber bi kon ve beziyan.

Piştre jî ev kon hate bêkêrkirin û gelek dagirkerên tê de hatin kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker ragihand ku di vê çalakiyê de dagirkerê bi navê Velî Kabalay hatiye kuştin.

HPG’ê dazanîn ku ev çalakî ji bo hilanîna tola gerîlayên 29’ê Nîsanê li eyaleta Amedê şehîd bûyîn hate lidarxistin.

14’ê Gulanê li qada Zendûra ya herêma Metînayê, dagirkeran hewl dan ber bi gundê Asûrî û Kêste ve bi pêş ve biçin.

Gerîlayên li vê herêmê li dagirkeran dan û şerê ku li herêmê diqewime hîn jî dewam dike.

HPG’ê diyar kir ku piştre wê agahiyên berfireh ji bo raya giştî werin dayîn.

13’ê Gulanê jî li qadên Şukê, Mervanos û Mamreşo ya herêma Avaşîn despêkê bi helîkopterên êrişê bombekirin û piştre dagirker li herêmê hatin danîn.

Back to top button