HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Geverê şehîd bûne eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên ku li Geverê şehîd bûne eşkere kir û got:
“Hevrêyên me bi wêrekiyeke mezin tirs berdan dilê dijmin û derbên giran li dijmin xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 gerîlayên ku li Geverê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku di 20’ê Hezîrana 2023’an li qada Warê Teço yê Geverê, di navbera hêzên wan û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî.

Di encama vê şerê de HPG’ê da zanîn dagirkerek hatiye cezakirin û got:

Artêşa Tirk a dagirker li gel hejmara xwe ya zêde bi bejahî nekarî bi ser hêzên me ve biçe, xwe bi astekê vekişand.

Piştre jî qada ku hevrêyên me lê bûn bi balafirên şer hate bombekirin.”

HPG’ê diyar kir ku di encama bombardûmanê de hevrêyên wan Avareş, Raman û Serxwebûn şehîd bûn û wiha got:

Hevrêyên me bi wêrekiyeke mezin tirs berdan dilê dijmin û derbên giran lê xistin.

Em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên hêja û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê nasnameyên şehîdan de ev agahî parvekirin..

Nasnav: Avareş Pirsûs
Nav paşnav: Ahmet Demîr
Cihê jidayikbûnê: Dîlok
Dayik: Fatma
Bav: Alî
Dem û cihê şehadetê: 20 Hezîran 2023, Gever

Nasnav: Serxwebûn Amed
Nav paşnav: Şehmûs Akyol
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Halîme
Bav: Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 20 Hezîran 2023, Gever

Nasnav: Raman Sine
Nav paşnav: Mûhammed Fûad Nusreyî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Şehla
Bav: Xosro
Dem û cihê şehadetê: 20 Hezîran 2023, Gever

Back to top button