Fransa-719 Kes hatin binçavkirin

Piştî kuştina ciwanê 17 salî yê bi navê Nail El-Merzûgî li ser destê polîsan, li Fransayê 5 roj in xwepêşandan ranewestiyan e.
Cenazeyê Nail duh li Parîsa paytext hat oxirkirin û hikumeta Fransî 45 hezar polîs li seranserî welêt belav kirin.

Wezareta Karên Hundirîn a Fransayê ragihand, 719 kes şeva borî hatine binçavkirin.

Piştî kuştina ciwanê bi navê Nail bi destê polîsên Fransî, 5 şev in xwepêşandan tên lidarxisitn.

Cenazeyê ciwanê bi eslê xwe ji Cezayîrê ye, duh li Parîsa paytext, hat oxirkirin.

Bi sedan kes di merasîmeke bi heybet de, bêdeng meşiyan.

Dezgehên ragihandinê diyar kir, desthilata Fransî rê neda rojnamevanan beşdarî merasîmê bibin û yên beşdar jî dûr xistin.

45 Hezar polîs li seranserî Fransayê hatin belavkirin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, serdana xwe ya fermî bo Almanyayê taloq kir.

Hikumeta Fransî 45 hezar polîs li seranserî welêt belav kirin.

Nail El-Merzîgî Ciwanekî 17 salî ku bi eslê xwe ji Cezayîrê ye.

Li gorî rojnameya La Dépêche a Fransî, di roja bûyerê de ji ber ajotina bêserûber polîsan jê xwest erebeya xwe rawestîne,

Ji ber wî daxwaza polîsan pêk neanî, polîsekî guleyek ji nêz ve berda wî.

Piştî nêzî 2 saatan, Nail jiyana xwe ji dest da.

Back to top button