Çavdêriya Sûrî: Balafirên Israîlê êrişî parêzgeha Humis û Tertûs kirin

Şevê din Israîlê êrişî axa Sûriyê kir.
Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku artêşa Israîlê depoyên çekan ên girêdayî Huzbullaha Îranî bombebaran kirine.
Çavdêriyê diyar kir ku di encama êrişan de, 9 leşker hatin kuştin û birîndar bûne.

Artêşa Israîlê bi hinceta hebûna Hizbullah û çekdarên girêdayî Îranê li Sûriyê, êrişên xwe li dijî xaka Sûriyê dewam dike.

Ragihandina fermî ya Hikûmeta Şamê eşkere kir ku Israîlê saet 2:20 piştî nîvê şevê, bi mûşekan êrişî gundewarên Husmê kiriye û çend dever kirine armanc.

Li gor wê, sîstema parastina esmanî bersiv daye mûşekên Israîlê û ew bi giştî anîne xwarê û tenê ziyanên madî çêbûne.

Lê belê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku Israîlê li gundê Necmê yê Humisê depoyên çekan ên girêdayî Huzbullaha Îranî bombebaran kirine.

Di encamê de, leşkerekî Pasdarên Îranê hatiye kuştin û 4 kesên din ên ne ji sûriyî birîndar bûne.

Çavdêriya Sûrî: Di êrişê de leşkerek hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn

Her wiha nuqeteyek parastina Hewayî ya Sûriyê li gundewarê Parêzgeha Tertûsê bûn hedef êrişa Israîlê.

Di encama wê de, 4 leşkerên hêzên parastina asîmanî birîndar bûn.

Bi giştî di êrişan de, leşkerekî Pasdarên Îranê hate kuştin û 8 leşkerên din birîndar bûn.

Li gorî çavdêriya Sûrî, di encama êrişê de leşkerekî Pasdarên Îranê hate kuştin û 4 ji wan ne ji nasnameya Sûrî ne 8 leşker birîndar bûn.

Ji bilî vê, deverên ku hate armackirin bi temamî hatine rûxandin û agir bi derdorê ketiye.

Li gorî daneyên çavdêriya Sûrî Îsraîlê di sala 2023’an de, 15 êrişên hewayî û 4 êrişên bejahî li dijî Sûriyê pêk anîn.

Di encamê de 43 depoyên çekan, baregehên leşkerî, navend û maşîne hatin rûxandin.

Di wan êrişan de, 49 leşker hatin kuştin û 50 jî birîndar bûn.

Back to top button