Israîlê careke din êrişî Sûriyê kir

Israîl careke din dest li axa Sûriyê werdide û li parêzgeha Humsê êrişî Hêzên Hikûmeta Şamê û alîgirên wê dike

Ragihandina fermî ya Hikûmeta Şamê eşkere kir ku Israîlê saet 2:20 piştî nîvê şevê, bi mûşekan êrişî gundewarên Husmê kiriye û çend dever kirine armanc.

Li gor wê, sîstema parastina esmanî bersiv daye mûşekên Israîlê û ew bi giştî anîne xwarê û hew ziyanên madî çêbûne.

Lê belê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku Israîlê li gundê Necmê, depoyên çekan ên girêdayî Huzbullaha Îranî bombebaran kirine.

Çavdêrî dibêje ku ji serê salê ve, Israîlê 19 caran êrişî Sûriyê kiriye û 42 dever kirine armanc, di encama wan de, 49 leşker hatine kuştin û 42 jî birîndar bûne.

Back to top button