Çavdêrên siyasî yên Hewlêrê diyarkirin ku Tirkiye ji bo qeyrana xwe ya navxweyî veşêre, êrişî başûrê Kurdistanê dike .
Çavdêran bang li civaka navnetewî kirin ku rê li ber êrişên Tirkiyeyê bigrin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê kurdistanê û xaka Iraqê bê navber dewam dikin .
Derbarê Mijar de Çavdêrên siyasî yên Hewlêrê axivîn.
Çavdêrê siyasî Zîrek Kemal da zanîn ku dewleta Tirk bi salane êrîşî herêmê dike bi sedan gund ji ber êrişan vale bûne .
Zîrek diyarkir ku Tirkiye dixwaze statûya Başûrê Kurdistanê ji holê rake û bang li civaka navnetewî kir ku rê li destdirêjiya dewleta Tirk bigrin .
Çavdêrê siyasî yê bi navê Ehmed Şêrwan jî da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze birêya dagirkirinê qeyrana xwe ya siyasî û aborî bixe nav xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
Ehmed diyarkir ku dewleta Tirk li hemberî Gelê Kurd xwedî aqilek faşîzaneye û wiha got:
” Ji bo dawî anîna dagirkirina xaka Kurdistan ya ji aliyê dewleta Tirk ve, divê aliyên siyasî bibin xwedî yek helwest.”


