Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê Şehîd Zîlan hate bibîranîn

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd di salvegera 27’emîn de şehîd Zîlan bibîranîn û diyar kirin ku wê li ser xeta şehîd zîlan têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakiya bîranînê li qada cebanat ya Rojhilatê taxê pêk hat.

Di bîranînê de gelek şêniyên taxê amade bûn û li ser navê PYD’ê endama pyd’ê Ayşe Hiso axivî û got:

Ez di şexsê şehîd zîlan de hemû şehêdên şoreşa azadiyê bibîrtînim.

Zîlan ji bo me vejîn e, xeta rast a têkoşînê ye.

Bilindkirina xeta têkoşînê ye li dijî qadirker û qirkeran.

Em soz didin emê li ser xeta wê Şehîdan têbikoşin”

Piştre ji koma Awazên Çiya hûnermend Baran bi boneya rojê stran got.

Her wiha Koma şehîd Zilan ya stranan stranên nave zilan pêşkêş kirin.

Disa Koma şehîd Hêzil govenda folkolî gerand û welatiya bi navê Nadiye Mihemed jî axivî û teqez kir ku weke jineke ewî li ser xeta Zîlan têbikoşin.

Çalakî bi sloganên şehîd namrê u bijî jina azad dawî bû.

Şehîd Zîlan li Fransa Siwêd û Siwîsre hate bibîranîn

Back to top button