Şehba-Festîval 3’yemîn a Şehîd Zîlan bi dawî bû

Li şehbayê 3’yemîn Festîvala Şehîd Zîlan a jinên ciwan di roja duyemîn de bi çalakiyên werzîşî bi dawî bû.

3’yemîn Festîvala Şehîd Zîlan a çand, huner û wezîşê ya jinên ciwan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixwe Azadî” li kampa Berxwedan a şehbayê destpêkiribû.

Di roja yekemîn de helbest hatin xwendin û komên stran, dîlan û şanoyê daketin ser dikê û hunerên xwe nîşan dan.

Di roja duyemîn de ciwanan hûnerên xwe yên werzîşê pêşandan.

Çalakî ku li Stada gundê Babnisê bi beşdarbûna tîmên werzîşê û amadebûna bi dehan şêniyan hat lidarxistin.

li stadê çalakiyên weke maratona bîsîklet, lîstoka şîşê, lîstoka kişandina ben û herî dawî jî lîstoka footbolê hate lîstin.

Festîval bi xelatkirina aliyên serketî bi dawî bû.

Back to top button