Li Şehbayê 3’yemîn festîvala şehîd Zîlan dest pê kir

Li Şehbayê 3’yemîn Festîvala Şehîd Zîlan a çand, huner û werzîşê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixwe Azadî” dest pê kir.

Festîval ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Efrîn û Şehbayê ve hatiye organîzekirin.

Festîval bi amadebûna bi sedan şêniyan li kampa Berxwedanê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dest pê kir.

Axaftina destpêkê ya festîvalê ji aliyê berdevka Yekitiya Jinên Ciwanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Rim Dede ve hate kirin.

Rîm Dede di şexsê şehîd zîlan de hemû şehîdên azadiyê bibîranî û got:

”Şehîd Zîlan pêşenga me ye. Em jinên ciwan bi saya şehîdan û ramanê Rîber Apo gihiştine vê rojê.

Em ê xwedî li şoreşa xwe derkevin ku erkeke ser milê me ye û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê berdewam bikin.”

Rim Dede bang li ciwanan kir ku ji bo têkbirina dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin.

Piştî axaftinan stran, helbest hate gotin û govend hatin gerandin.

Wê festîval îro li Stada gundê Babnisê bi çalakiyên werzîşê bi dawî bibe.

Şehîd Zîlan li Şengalê hate bîranîn

Back to top button