“Hêzên komploger ji projeya netewa demokratîk a Rêber Apo ditirsin”

Endamên Komîteya Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kirin ku hêzên komploger ji fikrê Rêber Apo ditirsin û bang li şêniyên heremê kirin ku li gor fikir û felsefeya Rêbertî têbikoşin.

Endamên Komîteya Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo axivîn.

Endamê Komîteyê ya Minbicê Mihemed Husam El Şewax got:

“Hêzên komploger ji projeya netewa demokratîk a Rêber Apo, hevgirtin, biratiya gelan ditirsin.”

“Çawa ku fikr û felsefeya Rêber Ocalan hişmendiya me ronî kir, azadiya wî ya fizîkî jî dê jiyana me ronî bike.”

Bi van gotinan El Şewax bang li xelkê heremê kir ku çalakiyên li dijî tecrîdê zêde bikin.

Hiqûqnas û endama komîteyê Sîham Mistefa anî ziman ku hêzên kapîtalîst bi fikar in ku gelên herêmê bi fikrê Rêbertî azadiya xwe bi dest bixin û got:

“Têkoşîna li gorî fikr û felsefeya Rêbertî ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî gelek girîng e.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê her kes vê tecrîdê bibîne

Back to top button