“Li Rojava sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin, sûcê qirkirinê tê kirin”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû û mijarên di rojevê de nirxand û got: Li Rojava sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin, sûcê qirkirinê tê kirin. Gelo yên ku siyaseta cîhanê dimeşînin vê nabînin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û mijarên di rojevê de nirxandin kir.

Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de berxwedana Îmraliyê ya dîrokî silav kir û balkişande ser pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Apo û got:

Bi kampanyayeke bi heybet a ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd me dest bi sala nû kir.

Lewma dikarim bibêjim ku çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sîstema qirkirinê ya Îmraliyê hatiye xitimandin.”

 Hêlîn Umut: Artêşa Tirk mehkûmî têkçûyînê ye

Hêlîn Umît anî ziman ku yê rojeva Tirkiyê diyar dike, şer e û wiha nirxandin kir:

“Ev yek ne tenê rojeva îro ye. Nêzî 10 sal in em di nava şerekî gelekî giran de ne. Ev der Kurdistan e. Tu tê xaka Kurdistanê dagir dike. Wê kurd jî xaka xwe diparêze. Ji ber vê yekê artêşa Tirk mehkûmî têkçûnê ye.”

Hêlîn Umut: Li dijî sûcên şer ên li Rojava divê Sûriye bikeve nava liv û tevgerê

Hêlîn Umît bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û got:

“Dewleta Tirk li Rojava sûcê şer dike. Li pêş çavên cîhanê sûcê şer dike. Eger cihekî bi navê Laheyê hebe, eger li wir dadgeheke şer hebe, eger dadgeha navneteweyî hebe divê bikeve nava liv û tevgerê.”

 “Rejîma Beşar Esad weke rêveberê DAIŞ’ê û rêveberê Hamasê tevdigerê”

Hêlîn Umît di dewama nirxandinê xwe de bahsa Rejîma Beşar Esad jî kir:

Tirkiye derbasî nava Sûriyê bûye, dagir kiriye. Bi demografiyê lîstiye. Gelê xwecihî yê vê cografyayê yanî gelê Kurd ji cih û warê xwe kiriye. Li şûna wan jî çeteyên DAÎŞ’ê bi cih kiriye.

Hîn jî parastina Biratiya Misilman dike, weke rêveberê DAÎŞ’ê û rêveberê Hamasê tevdigere. Gelo yên ku siyaseta cîhanê dimeşînin vê nabînin? ez vê pirsê li her kesî dikim.”

Hêlîn Umut: Ew cografya bêxwedî nîne Rojavayê Kurdistanê ya Kurdan e

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di dawiya nirxandinê xwe de got:

“Ev cografya bêxwedî nîne. Rojavayê Kurdistanê ya Kurdan e. Cografya Kurdan e. Li vê derê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin, sûcê qirkirinê tê kirin.
Koçberkirina mirovan ji cih û warê xwe eger li Xezeyê sûcekî li dijî mirovahiyê be li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”

Back to top button