Xelkê Kobanê cenazeyê şehîd Dilsoz Degirman oxir kirin

Xelkê Kobanê bi merasîmekî cenazeyê şervanê QSD’ê Dilsoz Degirman li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Dilsoz Degirman 15 Çileya 2024’an dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Şêniyên bajarê Kobanê ji bo oxirkina cenazeyê şehîd Dilsoz li goristana Şehîd Dijle kom bûn.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî ya Kantona Firatê Felek Yusif axivî û fedakariyên şêniyên herêmê di oxira parastina hebûn, ewlehî û îstiqrara li herêmên xwe de silav kir.

Felek soz da ku têkoşîna li hember êrişên dewleta Tirk mezin bikin û dem dema têkoşînê û berxwedanê ye.

Bi navê malbata şehîd jî Hîlal Elî soz da ku têkoşînê berdewam bikin heta ku armancên şehîdan pêk bînin.

Piştire wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button