Derengiya şevê, bi dronan êrişî baregeha Partiya Azadî Kurdistan (PAK) ya li nêzî Kampa Dareşekran a Hewlêrê hat kirin.
Di encama êrişê de 8 pêşmergeyên wan birîndar bûne.
Di saet 02:00’yê şevê de bi dronan êrişî baregeha PAK’ê ya li nêzî kampa Dareşekran a li sinorê Hewlêrê hat kirin.
Li gor agahiyên ku PAK’ê parve kirine, di encama êrişê de 8 pêşmergeyên wan birîndar bûne.
Li gor berpirsên PAK’ê dibêjin, ev ne cara yekeme ew dibin hedefa êrişên Îranê,
Ji beriya niha jî di encama êrişên Îranê de 2 pêşmergeyên wan şehîd bûne û 26 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Li gor amaran, ji 28’ê Sibata 2026’an ta 19’ê Tîrmehê nêzî 960 caran bi dron û mûşekan êrişî ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama êrişan de 28 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê li sinorê Hewlêr û Silêmaniyê şehîd bûne û efserekî Fransî jî jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha nêzî 150 pêşmerge û welatî jî birîndar bûne.



